Nihat Kavşut
24 Mijdar 2017•Rojanekirin: 25 Mijdar 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Qesra Çankayayê bi minasebeta Roja Mamosteyan ya 24ê Mijdarê di taştêyê da bi mamosteyên ji 81 bajarî hatin ra hat bal hev.
Yildirim destnîşan kir di perwerdeyê da hejmara xwendekarên serê her mamosteyekî dikevin daketiye 13an û wiha got: "Rêjeya tijebûna kadroyan li Rojhilatê Anadoluyê ji sedî 92 û li Başûrê Rojhilat jî ji sedî 90 e."
Serokwezîr Yildirim diyar kir berê li van herêman ji ber ewlehiyê mamosteyan nikaribû bixebitin û wiha xeberda: "Êdî pirsgirêka ewlehiyê tuneye û mamosteyên li wir bi fedakarî û kelecaneke mezin karê xwe dikin."
Yildirim diyar kir li welêt kadroyên mamosteyên ciwan zêde dibe û got dema em li rêjeyê dinihêrin ji sedî 66ê mamosteyan 40 salî ne yan jî biçûktir in.
Serokwezîr Yildirim der barê tayînkirina mamosteyên astengdar da jî wiha got: "Em ê sala pêşiya me kêmzêde 500 mamosteyên astengdar tayîn bikin."