İbrahim Atmaca
25 Nîsan 2017•Rojanekirin: 25 Nîsan 2017
ANKARA
10emîn Daîreya Dîwana Dewletê serlêdana CHPyê ya daxwaza sekinandina rêvebirinê û betalkirinê ya biryara "hesibandina rayên bêmor" ya Lijneya Bilind a Hilbijartinê, bi pirdengî red kir. Daîreyê diyar kir, ji ber ku biryara Lijneya Hilbijartinê ne îdarî ye, cihê biryardayîna serlêdanê tuneye.