Türkan Tosun
25 Nîsan 2017•Rojanekirin: 26 Nîsan 2017
ADIYAMAN
Serokê Giştî yê HUDA-PARê Mehmet Yavuz li Kahtaya navçeya Adiyemanê der barê rojevê de daxuyanî da rojnamevanan.
Yavuz got ku bila encama referandumê ji bo gel û welêt li ser xêrê be û wiha axivî: "Înşallah siyaset bikaribe li gor encama referandumê tevbigere û ji bo ku welat pêşva here wê encamê bigerîne li ser xêrê. Yek ji peyama herî girîng a referandumê ev e, beriya referandumê yekîtiya AK Partî û MHPyê ew encama ku dixwestin dernexiste holê. Rayên gelê kurd encama referandumê diyar kirin."
Yavuz anî ziman ku di dema pêvajoya çareseriyê de Serokomar Erdogan her tim digot muxatab gelê kurd e û wiha dewam kir: "Di vê mijarê de ji kesên ku siyasetê dikin re, bi taybetî ji HDPyê re divê tercîhek bê dayîn. Ew xwe li kîjan aliyê maseyê dibîne bila derbasî wir be. Heke tiştek wiha bê kirin, wê demê bi beşdariya her kesî ve di nav hevkarî û biratiyê de ev mesele wê çareser bibe. Piştî hilbijartinên 7ê hezîranê gelê kurd guh neda banga ku dibêjin derkevin kolanan û tevgereke eşkere nîşan da. Daxwazeke gelê kurd heye, ew aramiyê dixwaze. Gelê kurd di nav aştî û biratiyê de mafên xwe yên çandî dixwaze. Ev daxwazeke însanî ye û mesûm e. Encama ji referandumê derket jî di rastiyê de divê wiha bê dîtin."
Yavuz destnîşan kir ku li herêmê xêra zimanê şer û konsepteke ewlehiyê tune, ji xwe di encamên referandumê de jî ev derketiye holê û wiha axivî: "Wek HUDA PAR emê destûrê nedin ku ev mesele êdî zêdetir were îstîsmarkirin. Bêyî ku hinek li ser vê meseleyê vê erdnîgariyê tevlihev bikin, hinek xwe li derxin pêş em dixwazin ev mesele bi awayeke rastîn, bi mayînde bê çareserkirin."