KARABUK
Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehmet Alî Şahîn ji bo mersîma vebûna sezona Kulûba Sporê ya Ovacikê hat Karabukê û bersiva pirsên rojnamevanan da. Şahîn li ser pirsa der barê xebatên Komîsyona Lihevkirina Destûrê got ku, pirsgirêkên di nav endamên CHPyî de di civîna îro de jî dewam kir, ji ber vê yekê dê xebat sibê jî bidomin.
Şahîn li ser pirsa xwepêşandanên bêdestûr yên li Hatayê diyar kir ku polês bi zanebûn nabin sedema mirina tu kesî.
Rojnamevanekî gotina Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry ya "Heke Beşar Esed hemû çekên kimyewî yên di destên xwe de teslîmî civaka navneteweyî bike dê rê li mudaxeleyeke muhtemel bigire" bi bîr xist. Şahîn li ser vê yekê got ku "bang û nirxandina Wezîrê Karên Derve yên DYAyê John Kerry hem kêrî Rûsyayê hem jî ya birêvebiriya Şamê hat. Li Sûriyê kuştin tenê bi çekên kîmyewî nabin. Teslîmkirina çekên kimyewî tê wê wateyê ku îtiraf dikin û dibêjin belê di destê me de çekên kimyewî hene. Ya girîng teslîmkirina çekên kimyewî nîne, ya girîng ew e ku raya giştî ya cîhanê, Neteweyên Yekbûyî û endamên Konseya Ewlehiyê ji bo rawestandina xwîna ku li Sûriyê diherike, çi ji destê wan bê bikin û berpirsyariyê bigirin ser milên xwe."
Şahîn li ser pirsa paşdevekişîna PKKyiyan de got ez wisa difikirim ku daxuyaniyên BDPê û rayederên PKKê, ji bo hilbijartinên herêmî ne.
Şahîn got ku vê pêvajoyê "di 21ê Adarê de bi gotina "dê çek bêdeng bin, dê dengê siyasetê bilind bibe" dest pê kir.' Bêdengiya çekan jî tê wê wateyê ku dev ji çekan berdin. Di destê we de çek hûn dibêjin em guleyan bernadin lê divê hikûmet hin gavên şênber biavêje, li gor qanûnan di destê kî de çek hebe, ew qanûnan bin pê dike. Ji ber vê yekê jî ne rabirdûyê de, ne niha, ne jî di dahatûyê de em bi wan re nakevin nav tu bazariyan. Şahîn got ku em wek hikûmeta AK Partiyê wan gavên ku dibêjin biavêjin hêdî hêdî diavêjin û tên. Ev deh sal in mijarên ku li Tirkiyeyê nedihatin axaftin û hizirîn îro tên tetbîqkirin. Ji bo ku filan rêxistin an bêvan kom vê divê ne, lê ji ber ku Tirkiye hewceyê vana bû, me ev yek kirin. Ji niha pê de jî ji bo Tirkiyeyê çi hewce bike em ê bikin."