MARDÎN
Serokê Navçeya Mîdyatê yê CHPê Zeynî Mete û 14 endamên lijneya reveberiyê ya teşkîlata navçeyê ji partiya xwe îstifa kirin.
Mete, li Serokatiya Navçeya Mîdyatê ya CHPê civîneke çapemeniyê li dar xist û got ku di sala 2011an de teşkîlata CHPê ava kirin lê ji lijneyên bilind tu kes nehat serdana wan û bi wan re îstişare nekirin.
Mete wiha axivî: "Partiya me ji bo xwîn û rondikên ku ev 30 sal in li herêma me dirijin bisekine hewl nedaye û bi ser de jî, piştgiriyê nade pêvajoya çareseriyê. Ji ber ku guh nadin pirsgirêkên gelê me û piştgiriyê nadin pêvajoya çareseriyê em ji CHPê îstifa dikin. Em ereb in û bi dil û can piştgiriyê didin pêvajoyê."
Mete piştî îstifayan dîlekçeyên xwe bi faksê şandin Navenda Giştî ya CHPê û Serokatiya Bajêr.