ANKARA
Seroka Giştî ya HDPyê Sebahat Tûncel û Hevserokê HDPyê Ertûgrûl Kurkçu li Qesra Çankayayê bi Serokomar Abdullah Gul re hevdîtin kirin û piştî hevdîtinê daxuyanî dan rojnamevanan.
Tûncelê got ku wek partiyek hevdîtinên di nav me û serokomar de gelek girîng in û wiha dewam kir: "Wek ku hûn jî dizanin êdî di meclisê de 5 kom û 5 partî hene. Serokomar bi 4 koman re hevdîtin kiribû. Me jî di vê çarçoveyê de hevdîtin kir."
Tûncelê da zanîn ku ev hevdîtin ji bo HDPyê girîng in û wiha got:
"Me fikr û ramanên xwe yên derheqê demokratîkbûna Tirkiyeyê, pêvajoya çareseriyê û bi taybetî jî derbarê nexweşên girtî de parve kirin. Di vê mijarê de em Serokomar dilgerm dibînin. Daxwaza Serokomar ew e ku Tirkiye bigihîje standardên demokratîkbûnê, em nêzikbûneke bi vî rengî pir girîng dibînin."
Em bawerin ku hay ji fikarên me heye
Kurkçu jî got ku hevdîtina bi Serokomar re gelek baş e û kêfxweşiya xwe wiha îfade kir: "Me pir baş pêşwazî kir."