Abdullah Özkul
02 Îlon 2025•Rojanekirin: 03 Îlon 2025
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got ku "Lîstika kesên teşebûs dikirin ku şeht li yekîtî û bihevrabûna qewî ya di navbera Tirk û Kurdan da bidin, zirarê bigihînê û nîfaqê belav bikin xira bû."
Bahçelî der barê rojevê da daxuyaniyeke nivîskî da.
Bahçelî got ku "Lîstika kesên teşebûs dikirin ku şeht li yekîtî û bihevrabûna qewî ya di navbera Tirk û Kurdan da bidin, zirarê bigihînê û nîfaqê belav bikin xira bû."
Bahçelî destnîşan kir ku Komara Tirkiyeyê xwedî hêz, texilkerî, qabiliyet û behremendiyeke wisa ye ku destûrê nade kirinên wekî min kir û çêbû yên li erdnîgariyên cîran.
Bahçelî got ku "CHPyê têkçûnê qebûl kiriye, xira bûye, bizmarê daniye nav avê û ketiye nav komaya siyasî."