Fitbolîstê navdar ê Misrî Muhammed Salahê ku Trabzonsporê dest bi hevdîtinên transfera wî kiriye, hat Trabzonê.
Salah bi balafira taybet hat Firokexaneya Trabzonê û ji aliyê gelek alîgiran va bi coş hat pêşwazîkirin. Alîgirên Trabzonsporê hezkirina xwe nîşanî lîstikvanê navdar da û bi nimayîş piştgirî danê.
Muhammed Salahê ku li firokexaneyê bi meşaleyan hat pêşwazîkirin, bi Serokê Klûba Trabzonsporê Ertugrul Dogan ra rêvebiriya tezahurata alîgiran kir.
Salah li vê derê axivî û diyar kir, ew kêfxweş bû ku rastî eleqeyê hat û wiha dewam kir: "Berî her tiştî bêjim ku ji bo hatina vê derê pir kêfxweş bûm. Bi rastî ez di gotinê da zehmetiyê dikişînim û nikarim bînim ziman ku ez çiqasî ecêbmayî mame, çiqasî kêfxweş im. Lewra li vir 25 hezar kes hene. Bawer bikin, nayê bîra min ku min berê tiştekî wisa dîtiye."
Salah destnîşan kir ku eleqeya ji bo wî, ew kêfxweş kir û wiha dewam kir: "Ji bo hatina vê derê ez pir kêfxweş im."
Salah bal kişand, ew ji bo ku di lîgê û li Ewropayê serkeftî bibe, wê pir bixebite û wiha axivî: "Li her klûba ku ez çûmê min serkeftin bi dest xistin. Ez her tim bûm lîstikvanekî serkeftî. Li vir jî ya ku divê ez bikim ev e."
Piştî axaftinan, fitbolîstê Misrî Salah siwarî erebeya serokê klûbê Dogan bû û ji firokexaneyê derket.
Klûba Trabzonsporê wê sibê bi beşdariya alîgiran di saet 19.30an da li Papara Parkê ji bo Muhammed Salah merasimeke îmzeyê li dar bixe.