Emin Ferhat Sevilir
26 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2026
Li Tercana navçeya Erzincanê kesê ku ji ber êrîşa hirçê birîndar bû li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Îsmaîl Tîrîfî (53) yê ku li gundê Bagpinara li ser navçeyê dijî dema zeviya xwe ya gulberojkan av dida rastî êrîşa hirçê hat.
Tîrîfiyê ku ji milê xwe birîndar bû ji zeviyê dûr ket û ji kesên hawirdor alîkarî xwest.
Agahî dan Navenda Bangewaziya Acîl a 112an û ekîbên hatin herêmê Tîrîfî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzincanê.
Tîrîfiyê ku tê dermankirin diyar kir dema ku zeviya gulberojkan av dida ji nişka va rastî êrîşa hirçê hat û ev gotin:
"Dema hirçê êrîş kir min bi destê xwe yê çepê li ber xwe da û destê min hat ber devê wî. Destê min gez kir. Min li erdê gelekî li ber xwe da. Paşê berda. Dema hirç reviya ez jî dûr ketim. Gelekî xwîn ji destê min dihat. Tiliyên min şikestibûn. Ez heta ba erebeyê çûm. Heval hatin paşê ambulans hat. Lêxisyina hirçê qedexe ye. Cezaya wê heye. Dema mirov bimirin dê çi be. Divê ji bo vê çareyek bê dîtin. Heywanhez dibe ku bertek nîşan bidin lê canê mirovan jî ew qas erzan nîne."