Yeter Erdine, Ramazan Ercan, Okan Coşkun, Orhan Yoldaş
20 Gulan 2026•Rojanekirin: 20 Gulan 2026
Hat ragihand ku di saet 09.00an da navend Battalgaziya navçeya Meletiyê bi mezinahiya 5,6an erdhej çêbû.
Li gor agahiya li ser malpera Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) hat dayîn, navend navçeya Battalgaziyê bi mezinahiya 5,6an erdhej çêbû.
Li gor agahiyan erdhej 7,03 kîlometre di bin erdê da çêbûye.
- Ji Meletiyê tu îxbar nehatine
Waliyê Meletiyê Seddar Yavuz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li qadê lêkolîn didomin.
Seddar Yavuz ji bo gelê Meletiyê û bajarên li derdorê ra got "derbasî be" û wiha got, "Ji Meletiyê tu îxbar nehatine."
- Li bajarên li derdorê jî erd hejiya
Ji ber erdhejê bajarên weke Kahramanmeraş, Gazîentep, Adiyeman, Şanliurfa, Diyarbekir, Elezîz, Kayseri û Sêwas î hejiyan.
Hin welatî derketin derva û xwe dan ciyê vala.