Li Şanliurfaya ku hewaya germ bandora xwe didomîne, termometreyan 46 pile nîşan da
Müslüm Etgü
26 Tebax 2026•Rojanekirin: 26 Tebax 2026
photo: Müslüm Etgü / AA
ŞANLıURFA
Li Şanliurfaya ku hewaya germ bandora xwe didomîne, termometreyan 46 pile nîşan da.
Li bajêrê ku di nav bajarên herî germ ên Tirkiyeyê da ye, welatiyan li parqan û li qadên bi hêşînahî yên Binkeya Balikligolê (Gola Masiyan) wextê xwe derbas kir.
Wêne : Müslüm Etgü/AA
Li bajêrê ku termometreyan 46 pile nîşan da, hin welatiyan ji bo ku xwe ji tavê biparêzin şemsiye û şewqe bi kar anîn.
Li herêma sûkên dîrokî jî pergala vantîlatorê hat vekirin da ku mêvan ji germê zêde aciz nebin.
Çavdêrî hat kirin ku ji ber germahiya zêde, li hin cihên bajêr qelebalixiya wesayît û peyayan kêm bû.