Özcan Yıldırım
08 Mijdar 2026•Rojanekirin: 08 Mijdar 2026
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li ser vexwendina Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev gihîşt Qerebaxê.
Serokomar Erdogan û hevjîna wî Emine Erdogan, li Balafirgeha Navneteweyî ya Fuzuliyê ji aliyê Serokomarê Azerbaycenê Îlham Aliyev û hevjîna wî Mihriban Aliyeva va hatin pêşwazîkirin.
Erdoganê ku ji bo Roja Serkeftinê ya 8ê Mijdarê serdana Azerbaycenê dike, dê li Şûşayê bi Aliyev ra hevdîtina rûbirû pêk bîne û her du lîder dê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar bixin.
Serokomar Erdogan dê serdana Abîdeya Komkujiya Xocalî û Abîdeya Serkeftinê ya Xankendiyê bike û her wiha dê beşdarî şîva fermî bibe.