Yusuf Soykan Bal, Utku Şimşek
27 Tebax 2026•Rojanekirin: 27 Tebax 2026
AFYONKARAHÎSAR (AA) - Şêwirmendê Çapemenî û Têkiliyên Giştî û Berdevkê Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) Tuxamîral Zeki Akturk, di civîna agahdarkirina çapemeniyê ya heftane da axivî ku ji ber 104emîn salvegera Êrîşa Mezin li Wargehê Zabitan ê Afyonkarahisarê hat lidarxistin.
- Tirkiyeya Bêteror
Li ser pirsa derbarê pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" da hat diyarkirin ku Lijneya Şopandin û Nirxandinê ya ku Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler jî tê da cih digire, bi serokatiya Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz civîna xwe ya yekem pêk anî.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku usûl û esasên meşandina xebatan hatin nirxandin û biryara avakirina çar jêrkomîsyonan hat dayîn.
- Hevkariya Tirkiye-Sûriyeyê û fesixkirina HSDyê
Li ser pirsa der barê fesixkirin û entegrasyona HSDyê ya li Sûriyeyê da ev nirxandin hat kirin:
"Fesixkirina HSDyê û entegrasyona wê ya di nav saziyên dewleta Sûriyeyê da ji hêla parastina serwerî û yekparçeyiya xaka Sûriyeyê û bihêzkirina têgihiştina 'yek dewlet, yek artêş'ê va geşedaneke giring e."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ev geşedan bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin û ev îfade hatin bikaranîn: "Hêzên me yên Çekdarên Tirk, ji bo ku ev geşedana erênî li tevahiya Sûriyeyê belav bibe, îstiqrar mayînde bibe û têkoşîna dijî terorê di serî da, kapasîteya artêşa Sûriyeyê bê xurtkirin, piştgiriya xwe ya di çarçoveya hevkariya eskerî ya heyî da dê bidomîne."
Di daxuyaniyê da her wisa hat balkişandin ku ew, biryara veguhastina Pergalên Parastina Hewayî ya Patriotan ji Girava Kerpeyê bo Gîrîtê, ji hêla vegera ji sepana şaş a heyî, wekî gaveke erênî dinirxînin.