05 Mijdar 2016•Rojanekirin: 06 Mijdar 2016
ANKARA
Pêvajoya rakirina parêzbendiyan ku tim dihat rojevê di 17ê Adara 2016an da dema Ahmet Davutogluyê Serokwezîrê berê çû serdana Navenda Giştî ya TESKê bi gotina "hodrî meydan" bilez bû.
Di meha Nîsanê da pêşniyaza guherandina destûra bingehîn a AK Partiyê ku pêşekêşî Serokatiya Meclisê kir, di 20ê Gulanê da hecdarî bi dengdayîna raya giştî nema û bi 376 rayan hat qebûlkirin.
Di mijara "rakirina parêzbendiya parlementeran" da ku tim di nav partiyên siyasî da dihat nîqaşkirin, dema ku Davutogluyê Serokwezîrê berê çû serdana Navenda Giştî ya TESKê zêdetir derket rojevê.
Davutoglu ku got "hodrî meyda" wiha dewam kir: "Werin em bi hev rakin. Li Meclisê 506 fezelekeyên parêzbendiyê hene û em ji bo hemû partiyan rakin. AK Partî ji dosyeyên xwe natirse."
Devlet Bahçeliyê Serokê Giştî yê MHPyê jî di heman rojê da daxuyanî da û destnîşan kir ku heger were Meclisê wê pişrgiriyê bidin rakirina parêzbendiyan.

Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê jî banga xwe ku di beyannameya hilbijartinê da heye tim dubare kir û got ku ji xeynî parêzbendiya qursiyê em hemûyan rakin.
Selahattîn Demirtaşê Hevserokê Giştî yê HDPyê jî ji bo nîqaşên wê demê di 5ê Adara 2016an da wiha got: "Me bi sedan caran çekê vekirî da hikûmetê, em parêzbendiya 550 parlementerî asteng bikin. Em benda destûra bigehîn biguherînin û hemû parêzbendiyan asteng bikin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 20ê adarê da di civîneke ku beşdar bibûyê da bertek nîşanî parlementerên HDPê yên ku beşdarî cinazeyê terorîstan bibûn da û paşê bangî darazê û Meclisê kir û wiha got:
"Der barê van da dibê siyaset nebe bariyer û daraz dest biavêje wê derê. Ez bawer dikim gava ku dibê bê avêtin ev e, û wisa difikirim. Ez wisa difirikim ku di vê rêya ku Birêz Serokwezîr vekir da partiya mixalfetê ya sereke jî ew ê biryara xwe bide. Wek mayîn bawer dikim ku di vê mijarê da Birêz Serokê MHPê jî daxuyaniya erênî da. Ew ê jî vê biryarê bidin. Bi vî awayî ez difikirim ku ji parlementoyê ew ê biryareke girîng derkeve. Lewra dibê pêşiya vê were vekirin."
- Raydayîna gel hewce nekir Meclisê teklîf qebûl kir
Piştî xaduyaniyên ku Serokomar Erdogan û serokên partiyan dan AK Partiyê di 12ê nîsana 2016an da bi îmzeya 316 parlementeran va ji bo rakirina parêzbendiyê teklîf da Serokatiya Meclisê. Piştî hevdîtinên li komisyonan raydayîna gel hewce nekir Meclisê bi 376 rayan va teklîf qebûl kir.
Li Lijneya Gişkî ya Meclisê da di 2 turan da li ser hat axaftin. Di tura 2yan a di 20ê gulanê da 376 rayên qebûlê, 140 rayên redê, 5 bêalî, 7 rayên vala hatin avêtin. 3 ray jî hatin betalkirin.
Piştî qebûlkirina li Meclisê Demirtaş li Meclisê got, "Ez jî tev tu hevalekî me yê wek ku tu tiştek nebûye bi xwe neçe dozgerî û mihkemeyê. Hûnê yan biryara girtinê derxin, yan biryara derdestkirinê yan jî bi zorê bibin."
Pêşniyaz bû qanûn û li ser vê parlementerên HDP û VHPê ji bo guherîn bê betalkirin û ji rewac bisekine serî li Dadgeha Makezagonê dan lê Dadgeha Bilind di 3ê hezîranê da serlêdan red kir.
Dadgeha Bilind ragihand ku redkirina serlêdanê bi pir denîgî hat erêkirin.
- Di parêzbendiya parlementeran da gotin ya darazê ye.
Wezareta Dadê hemû dosyayên parêzbendiyê ku meclisê gihandibûyê di 22yê hezîranê da ji dezgeriyên eleqedar ra şand û dozgeriyê ku li dosyaya mêze kirin ji bo îfade dayînê gazî parlementeran kir.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di 13 temûzê da, Serokê Giştî yê CHPê yê berê Denîz Baykal di 3ê tebaxê da çûn û îfade dan lê ji HDPê qismekî parlementeran îfade dayînê qebûl nekirin.
- Opersyon li ser HDPyiyên îfade nedan hat kirin.
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav da hin parlementerên HDPê di çarçoveya lêpisînên DTK, KCK û bûyerên 6-8ê cotmehê da bi daxwaza Serdozgeriyên Komarê yên wek bajarê Diyarbekir, Şirnex, Hekarî, Wan û Bîngolê hatin binçavkirin.
Di fezlekeyên parlementeran da sûcên wek "teşebusa kuştinê", "endamê rêxistinê", "li deverên operasyon lê dihat kirin terorîstan revandin, dermankirin û alî wan kirin" hene.