05 Mijdar 2016•Rojanekirin: 05 Mijdar 2016
ŞIRNAK
Hat ragihandin li Şirnexê ji ber teqemeniya ku tê texmînkirin bi destê endamên PKKya rêxistina terorê hatiye bicîkirin 2 zarok mirin û 4 zarok jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku li Şirnexê ji ber teqînê 6 zarok birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin piştî bûyerê zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û wiha hat gotin: "Li bajêr ji ber teqemeniya ku tê texmînkirin bi destê endamên rêxistina terorê hatiye bicîkirin 6 zarok birîndar bûn. Zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, lê digel midaxeleyê 2 zarok mirin."
Hat diyarkirin ku der barê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin.