Haydar Şahin
15 Mijdar 2018•Rojanekirin: 16 Mijdar 2018
BERLÎN
Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê ji bo artêşa ku Yekîtiya Ewropayê dixwaze ji xwe ra ava bike got, "Artêşa Ewropayê nabe alternatîfa NATOyê".
Jens Stoltenberg daxuyanî da rojnameya Dîe Zeîtê ya Almanyayê û li ser pirsa dibêje gelo Emmanuel Macronê Serokomarê Fransa bangî NATOyê kir ku "artşeke rastî ya Ewropayê" were avakirin got rasterast diyar kirin ku hewla Ewropayê ya ji bo berevaniya hevpar dibê şaxa Ewropayê ya NATOyê hêzdar bike û wiha axivî:
"Dema ku ev bibe, ez ji hewlên Ewropayê memnun dibim. Dibe ku bar parve bikin, ji hêla eskeriyê va tiştên teze pêş bixin û ji heqê parçebûna endustriya berevaniyê ya Ewropayê derkevin. Lêbelê artêşa Ewropayê nabe alternatîfa NATOyê. Îro jixwe NATO ji bo mitefîqan platforma hevkariyê ye. Wekî li Kosovayê û Egeyê."
"Hetanî NATOyê neyê hêzdarkirin berevaniya Ewropayê nayê hêzdarkirin"
Stoltenberg axaftina xwe wiha domand: "Ez hewla di çarçoveya NATOyê da parastina Ewropayê maqul dibînim. Ji sedî 90î zêdetir welatiyên Ewropayê li welatên NATOyê dijîn. Hetanî NATOyê neyê hêzdarkirin parastina Ewropayê nayê hêzdarkirin."