Abdullah Tel
15 Mijdar 2018•Rojanekirin: 17 Mijdar 2018
MARDÎN
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku Wezareta Karên Navxweyî lê wezîfedarî kiribû di çarçoveya "Projeya Zarok Diçin Sînemayê" da 14 hezar zarok çûn sînemayê.
Di çarçoveya projeya ku Serokatiya Daîreya Karên Çand Tûrîzm û Civakê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê birêva bir da 14 hezar û 118 xwendekarên berê qet li eywanên sînemayê fîlm temaşe nekirine, sînema dîtin.
Di mijara çûn û hatinê da ji bo ku xwendekar zehmetî nekişînin wesayît hatin girtin û li eywanên sînemayê xwarin û xurek jî îkramî xwendekaran hat kirin.
Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Walî Mustafa Yaman daxuyanî da û got ku wan heta niha 14 hezar xwendekar birine sînemayê û wiha pê da çû: "Me navenda herî mezin û modern a li herêmê vekir û ji bo xwendekaran kêmasiyeke mezin ji holê rakir. Xwendekar ji hemû derfetên Navenda Ciwaniyê îstifade dikin."
Yaman destnîşan kir ku di çarçoveya "Projeya Zarok Diçin Sînemayê" da bi taybetî zarokên li gund û dor û bera navendê bajêr ku qet sînema nedîtine tevlî mamsoteyan wan şandin sînemayê û wiha dewam kir: "Bi vî awayî me sînema nîşanî 14 hezar xwendekarî da û wê kêfxweşiya zarokan dît. Em çavkaniyên xwe ji bo kêfxweşiya zarokan diemilînin. Lewra dema li bajarekî zarok bikenin ew bajêr bihizûr û geş e."