02 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2016
ÎZMÎR
Kutbettîn Gulenê birayê serkirdeyê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) Fetullah Gulen ê ku lê digeriyan li Îzmirê hat girtin.
Tîmên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê di çarçoveya lêpirsîna FETOyê de li Gazîemîra navçeya Îzmirê operasyonek kirin.
Di operasyonê de Kutbettîn Gulenê ku ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê" lê digeriyan, hat girtin.
Tîman Gulen birin Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê û hat gotin ku kar û barê wî yên fermî li ewlehiyê dewam dike.
Kutbettîn Guler li Matbaya Çaglayanê ya ku girêdayî Kaynak Holdîngê dixebitî. Dema qeyyuman dest da li ser vê matbaayê ji kar hatibû derxistin.