02 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Kizilcahamamê beşdarî bernameya partiuya xwe ya "Bi şaxa Ciwanan re Hevdîtin"ê bû.
Yildirim behsa hewldana derbeya FETOyê kir û wiha got: "15ê tîrmehê wê tu carê neyê jibîrkirin û nehêlin ku bê jêbirkirîn. Van rojan hema dibêjin "derbeya duyemîn wê çêbibe", "hê ne qediyaye", "emê car din werin". Hûn çawa ku bên, hûnê wisa bibînin jî."
- "Niha dem dema wan ji nav me paqijkirinê ye"
Serokwezîr Yildirim got ku endamên FETOyê hê li nav civakê hene û divê bên paqijkirin û wiha pê de çû: "Şikir li hember vîna gel xayînan di demeke kin de serî tewandin. Niha dem dema wan ji nav me paqijkirin e. Ji nav dewletê, bazirganiyê, siyasetê û her derê em ê xayînan bigrin û biavêjin. Bila tu kes derewa mexduriyetê nebêje. Yên ku mexduriyeta gel nabînin, xwedî li FETOciyan derdikevin û paşê behsa mexduriyetê dikin tu carê û tu carê wê ji hêla vî gelî ve neyên hezkirin."
- "Terr û hişkê bi hev ra neşewite"
Yildirim der barê lêpirsînên FETO yên di qamûyê da jî wiha axivî: "Terr û hişkê bi hev ra neşewite. Emê ne bi hesta tolhildanê, emê bi dadmendî tevbigerin. Me ev tev da gotin. Digel vê em dibînin ku xeta jî dikarin bibin. Lêbelê bila tu kes li bendê nebe ku ji ber 'xetanekirinê' emê tu tiştî jî nekin."