ANKARA
Dengdayîna ji bo guherandina qanûna bingehîn dest pê kir.
Îro di refarandumê da 55 milyon 319 hezar 222 welatî ew ê li 167 hezar 140 sandiqî rayên xwe biavêjin. Li girtîgehan jî wê 461 sindoq bên danîn.
Welatiyên ku kaxizê wan ê hilbijartinê negihîştiye destê wan jî ew ê bikaribin raya xwe biavêjin. Kesên bêkaxiz in lê qeyda wan di kutukê da heye bi nasnameyên xwe va (nasname, pasaport, ehliyet, cizdanê zewacê) ew ê bikaribin dengê xwe bidin.

Welatiyên li ser nasnameyên wan jimara nasnameyê ya Komara Tirkiyeyê tunebe, ji bo bikaribin ray bidin divê kaxizê hilbijartinê ya agahiyê yan jî belgeyeke din a jimara nasnameyê ya Komara Tirkiyeyê îspat dike li cem xwe bibin.
Welatî ji ser malpera YSKyê ya înternetê ''www.ysk.gov.tr'' dikarin sandiqa ku wê lê rayê bidin, hîn bibin.
Di referandumê da pisulaya rayan a bi fîlîgrama "Lijneya Hilbijartina Bilind a Komara Tirkiyeyê" ku li ser zemînekî spî û qehweyî "Erê" û "Na" hatine nivîsandin ew ê bi mora "tercihê" va di zerfên zer da bên avêtin.

- Saetên dengdayînê
Hilbijêrên li Adiyemen, Agirî, Artvîn, Bîngol, Bidlîs, Diyarbeker, Elezîz, Erzincan, Erzirom, Gazîenteb, Gîresun, Gumuşxane, Hekarî, Qers, Meletye, Qehremenmereş, Mêrdîn, Mûş, Ordî, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Tûncelî, Şanliurfa, Wan, Bayburt, Batman, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê di navbera saet 07.00-16.00an da li bajarên din jî di navbera 08.00-17.00an da rayên xwe biavêjin.
Wexta saeta dawîn a dengdayînê hat jî serokê sandiqê ew ê kesên li wê derê ne bijmêre û ji bo rayavêtinê destûrê bide wan.
- Ji bo lijneyên sandiqan 10 partî dikarin endaman bidin
Li gor qanûnan AK Partî, CHP, HDP, MHP, ANAVATAN, Partiya Tirkiyeya Azad, Partiya Yekîtiya Mezin, Partiya Doza Azad, Partiya Saadetê û Partiya Vatanê dikarin endaman bidin lijneyên sandiqan.Yurt dışı oyları
Di çarçoveya dengdayîna guherandina qanûna bingehîn da li sandiqên ku li 120 nûnertiyên li 57 welatî hatibûn danîn dengdayînê di 27ê adarê da dest pê kiribû di 9ê nîsanê bi dawî bibû.
Di hilbijartinê da milyonek û 326 hezar û 70 hilbijêrên li dervayê welêt rayên xwe avêtin.
Dengdayîna li gumrikan dewam dike
Welatiyên ku di kituka dervayê welêt da qeydkirî ne di 27ê adarê da dest bi rayavêtinê kirin û ew ê îro hetanî saet 17.00an bikaribin li gumrikan rayên xwe biavêjin.
Deriyên gumrikê ên ku lê dengdayîn dewam dikin ev in:
Sarp, Îpsala, Kapikule, Hamzabeylî, Dilucu, Derekoya deriyên gumrikê ên beja, Şakirpaşa, Esenboga, Antalya, Çardak, Eskîşehir, Elezîz, Gazîantep, Hatay, Ataturk, Sabîha Gokçen, Adnan Menderes, Erkîlet, Qonya, Dalaman, Bodrum-Mîlas, Samsun, Trabzon, Zonguldaka deriyên gumrikê ên balafirgehan û Kuşadasi, Ayvalik, Derince, Mêrsin, Taşucu, Marmarîs, Samsuna deriyên gumrikê ên bênderê.

- Dema rayavêtinê
Wezifedarê lijneya sandiqê wê nasnameya hilbijêr hilde û navê wî/wê di lîsteya hilbijêran da bibîne, kontrol bike û paşê pisulaya rayê ya bihevra, zerf û mohrê wê bidê û ji bo dayîna dengê wî bişîne kabîneyê.
Têlefona desta, makîneya wêne û fîlm kişandinê, makîneyên dîmen qeydkirinê û amûrên ji bo ragihandinê tên bikaranîn li cihê (kabîn) rayavêtinê qedexe ne û hilbijêr beriya rayavêtinê wê wan amûran teslîmî lijneya sandiqê bikin.
Pisulaya rayê divê qelaştî nebe û li serê îşaret û nivîs tunebin. Mohra li ser pisulayê bê xistin jî divê ji qada ji bo tercihê hatiye kifşkirin, dernekeve. Mohra "TERCIH"ê ya wê li ser pisulaya raya bihevra (erê, na) bê xistin û ji bo ziwa bibe piçek bê sekinandin. Di pisulaya rayê da cihê hat mohr kirin bi awayê li derva bimîne divê bê qatkirin û deynin hundirê zerfê.
Hilbijêr piştî zerfa xwe avêtin sandiqê di lîsteya hilbijêran da jî wê hemberî navê xwe îmze bikin û karê wanê bi dawî bibe.
- Hilbijêrên astengdar
Astengdarên nebîna, balêxistî, destjêkirî an jî ezayên wan zirar dîtine dikarin bi alîkariya eqrebeyên xwe yên hilbijêrê heman salonên sandiqan an jî hilbijêrên heman salonên sandiqan ên din va rayên xwe biavêjin. Hilbijêrek dikare tenê alîkariya hilbijêrekî bike.
Endam an jî serokên sandiqan nikarin ji bo alîkariyê bi astengdaran ra têkevin kabînê, di dema avêtina rayê da nikarin alîkariyê bidinê.
Hilbijêrên nebîna yên ku dixwazin dikarin bi "şablona pisulaya rayê" ya ku bi xwe ra anîne va raya xwe biavêjin.
Qedexeyên roja hilbijartinê
Îro di navbera saet 06.00 û 24.00an da alkolê neyê firotin, li ciyên umumî firotin û vexwarina alkolê qedexe ye, di dema dengdayînê da mekanên kêfxweşî û şahiyê wê neyên vekirin, li loxanteyan bi tenê xwarinê bê dayîn.
Xêncî hêzên ewlekariyê tu kes nikare sîlahê bi xwe ra bigerîne. Di radyoyan da hetanî saet 18.00an der barê hilbijartinê da şîrove, xeber, texmîn ew ê neyê kirin, ev qedexe ye. Di radyo û hemû ezayên çapemenî û medyayê da di navbera saet 18.00-21.00an da der barê hilbijartinê da bi tenê teblîx û xeberên ku ji YSKê hatine bên weşandin.
Piştî saet 21.00î hemû weşanê serbest bin lêbelê heke YKS biryarê bide dibe ku beriya vê saetê jî weşanê serbest bike.
news_share_descriptionsubscription_contact
