16 Nîsan 2017•Rojanekirin: 16 Nîsan 2017
WAN
Li navçeya Mûradiyeyê, terorîstên PKKyî bi çekên lûledirêj êrîş bir ser konvoya ku Serokê AK Partiyê yê Navçeyê Îbrahîm Vanli tê de bû.
Li gor agahiya ku hat hildan, terorîstan bi çekên lûledirêj êrîş bir ser konvoya AK Partiyê ya ku ji du wesayitan pêk dihat.
Serokê Navçeyê Vanli, ji êrîşê sax filitî. Adnan Vanliyê parêzvanê ewlehiyê ku biraziyê Wanli ye di êrîşê de şehîd ket, kesek birîndar bû.
Li herêmê bo qefaltina terorîstên ku piştî êrîşê revîn operasyon hat destpêkirin.