ANKARA
Li 32 bajaran dengdayîna guherandina qanûna bingehîn di saet 07.00an da dest pê kir, li bajarên din jî dengdayînê di saet 08.00an da dest pê bike.
Di referandumê da li çar aliyê welêt bi tevahî 55 milyon û 319 hezar û 222 hilbijêr wê li ser 167 hezar û 140 sandiqan rayên xwe bidin.
Welatiyên ku kaxiza wan a hilbijêriyê tunin jî dikarin raya xwe biavêjin. Kesên ku kaxizên wan tunin lêbelê di kitukê da qeydkirî ne çaxa nasnameya xwe nîşan bidin dikarin dengê xwe bidin.
Welatiyên Tirkiyeyê ji destpêka komarê heta niha 6 caran ji ber referanduman çûn ser sandiqê û ray avêtin.
Rayavêtina ku gel wek "referandum" binav dike di salên 1961, 1982, 1987, 2007 û 2010î da hatin kirin. Di referanduman da welatiyan bi tenê di ya sala 1988an da terciha "na"yê hilbijart û yên din hemû "erê" derketin.
Welatiyên Tirkiyeyê ji bo guherandina makezagona nû ya ji 18 xalan pêk tê û bi xwe ra "Pergala Serokomariyê" tîne wê sibê biçe ser sandiqê û ev cara heftemîn e ku li Tirkiyeyê referandum tê kirin.
Li çar aliyê welêt bi tevahî 55 milyon û 319 hezar û 222 hilbijêr wê li ser 167 hezar û 140 sandiqan rayên xwe bidin û di girtîgehan da jî 461 sandiq wê bên danîn.
Welatiyên ku kaxizê wan ê hilbijartinê negihîştiyê jî wê bikaribin ray biavêjin. Kesên bêkaxiz in lê qeyda wan di kutukê da heye bi nasnameyên xwe va (nasname, pasaport, ehliyet, cuzdanê zewacê) wê bikaribin deng bidin.
Welatiyên li ser nasnameyên wan jimara nasnameyê ya Komara Tirkiyeyê tunebe, ji bo bikaribin ray bidin divê kaxizê hilbijartinê ya agahiyê yan jî belgeyeke din a jimara nasnameyê ya Komara Tirkiyeyê îspat dike li cem xwe bibin.
Welatî ji ser malpera YSKyê ya înternetê ''www.ysk.gov.tr'' dikarin sandiqa ku wê lê rayê bidin, hîn bibin.
Di referandumê de pisulaya rayan a bi fîlîgrama "Lijneya Hilbijarina Bilind a Komara Tirkiyeyê" ku li ser zemînekî spî bi rengê qehweyî va "Erê" û "Na" hatine nivîsandin wê bi mora "tercihê" va di zerfên zer da bên bikaranîn.
- Saetên dengdayînê
Hilbijêrê li Adiyemen, Agirî, Artvîn, Bîngol, Bidlîs, Diyarbeker, Elezîz, Erzincan, Erzirom, Gazîenteb, Gîresun, Gumuşxane, Hekarî, Qers, Meletye, Qehremenmereş, Mêrdîn, Mûş, Ordî, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Tûncelî, Şanliurfa, Wan, Bayburt, Batman, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê di navbera saet 07.00-16.00an da li bajarên din jî di navbera 08.00-17.00an da rayên xwe biavêjin.
Çaxê saeta dawîn a dengdayînê hat jî serokê sandiqê ew ê kesên li wê derê ne bijmêre û ji bo rayavêtinê destûrê bide wan.
- Ji bo lijneyên sandiqan 10 partî dikarin endaman bidin
Li gor qanûnan AK Partî, CHP, HDP, MHP, ANAVATAN, Partiya Tirkiyeya Azad, Partiya Yekîtiya Mezin, Partiya Doza Azad, Partiya Saadetê û Partiya Vatanê dikarin endaman bidin lijneyên sandiqan.
- Serbestiya propagandayê û hin qedexeyên hilbijartinê
10 rojên ewil ên beriya roja dengdayînê lêkolîn, anket, texmîn û agahiyên tesîrê li ser hilbijêran çêdikin qedexe ne, lê lêkolîn, anket û texmînên beriya vê demê jî divê bên eşkerekirin ka bi destê kê hatine çêkirin û kî fînanse dike.
- Dengdayîn ji bo çi tê kirin?
Ji bo guherandina destûra bingehîn a ji 18 bendan pêk tê dengdayîn tê kirin û bendên pergala hikûmeta serokomariyê, hejmara parlementeran ji 550 derdixe 600î û emrê hilbijatina ji bo parlementeriyê jî ji 25an dadixe 18an.
Dema erê derbikeve hilbijartina serokomariyê wê ji 5 salan carekê bê kirin û serokomar di heman demê da dikare bibe endamê partiya xwe jî.
Dî sîstema nû de serokomar dikare arîkarên xwe û wezîran ji wezîfeyê hildê û hilbijartina parlamenteriyê û ya serokomariyê jî wê bi hev ra bê kirin.
Hilbijartina parlamenteriyê û serokomariyê wê di 3yê çiriya paşîn a sala 2019an da bê kirin.