13 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn ragihand ku bi hevkariya hêzên ewlekariyê û Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) operasyoneke dijî terorê hat lidarxistin û di encamê da 44 kes hatin binçavkirin. Şahîn diyar kir ku li gorî nirxandinê di nava van kesan da du terorîstên ku yek jê plansazê êrîşa terorê ya Stadyûma Beşîktaşê, yê din jî plansazê êrîşa Veznecîlerê ye, hene.
Şahîn li Walîtiya Stenbolê ligel Midûrê Ewlekariya Stenbolê Mustafa Çalişkan daxuyanî da rojnamegeran.
Şahîn destnîşan kir ku di encama xebatên hevpar ên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê û MÎTê da pêzanînek hat bidestxistin ku hucrika hêza taybet a rêxistina terorê ya cudaxwaz wê li Stenbolê çalakiyeke sansasyonel li dar bixe. Şahîn bal kişand ku di çarçoveya vê agahiyê da hin xebat hatin meşandin û herwiha di encamê da jî li 13 navçeyên Stenbolê û herwiha li Kocaelî, Enqere, Diyarbekir û Hekariyê operasyon hatin lidarxistin.
Şahîn bal kişand ku di netîceya van operasyonan da 44 kes hatin binçavkirin û wiha got, "Di lêkolînan da derketiye holê ku ji van 44 kesan jê yek, organîzatorê teqîna li Stadyûma Beşîktaşê (Vodafone Park) ye, li wir kewş kiriye, di kêliya dawîn da ji wesayîta bombebarkirî peya bûye û fîrar kiriye. Herwisa yê din jî tê nirxandin ku organîzatorê êrîşa terorê ya dijî wesayîta polêsan a li Veznecîlerê ye."
Şahîn diyar kir ku di van operasyonan da di lêgerînên li sê kargeh û çar depoyên cuda cuda da gelek çek hatin bidestxistin û wiha dewam kir, "3 jê lûledirêj 13 çek. 2 tifingên nêçîrê. 161 kîlogram alavên pilecuda yên teqemeniyê hatine bidestxistin. Ligel van, gelek dokumen û materyal jî hatine qefaltin. Lêkolînên li ser van jî berdewam e."