Elif Orhan
27 Nîsan 2016•Rojanekirin: 28 Nîsan 2016
BURSA
Hat ragihandin ku teqîna li Bûrsayê di encama teqandina mekanîzmaya li ser jinekî tê texmînkirin ku êrîşkara xwekujiyê ye, çêbû.
Walîtiyê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku di saet 17.26an de nêzî deriyê rojava ya Mizgefta Mezin a li Osmangaziya navçeya navend teqînek çêbû.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Jinekî tê texmînkirin ku êrîşkara xwekujiyê ye bi mekanîzmaya pê re xwe teqandiye. Di bûyerê de li gor tespîtên ewil 13 kes birîndar bûn û birîndar gihandin saziyên tenduristiyê yên herî nêz. Xebatên yekîneyên ewlehiyê yên der heqê bûyerê de berdewam dikin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê êrîşa terorê ya li Bûrsayê de bi Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala re li ser telefonê axivî û jê agahî sitand.
Serokwezîr Davutoglu:
"(Êrîşa terorê ya li Bûrsayê) Hêzên me yên ewlehiyê xebatên ji bo tespîtkirina nasnameya terorîstê berdewam dikin. Me bi Wezîrê xwe yê Karên Navxweyî û Waliyê xwe yê Bûrsayê re îstişare kir, înşeallah dê nasnameya terorîstê jî bê tespîtkirin û heta ku hemû hêzên li pişt, networkê derxînin holê ev xebat dê bi biryardarî berdewam bikin."
Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu der heqê êrîşa terorê ya li Bûrsayê de got ku "Bi ambûlansên me 13 nexweşên me rakirin nexweşxaneyê. Niha di nav 13 nexweşên me de birîndarekî ku em bibêjinê giran e tune. Ez ji bo hemû birîndarên me yên din ji Xwedê şifaya xêrê dixwazim. Hin kes bi aciziya tîrdana guh hatin û bi van bûyeran re heta niha agahiya dawîn 20 kes gihaştine nexweşxaneyê."
Muezzînoglu beriya civîna nasandinê ya Firoke Ambûlansa ku Şev Dibîne der heqê êrîşa terorê ya li Bûrsayê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Wezîr Muezzînoglu ji bo kesên ku di êrîşê de birîndar bûn "şifaya xêrê" xwest û got ku "Bi taybetî li ser navê gelê me, li ser navê welatê me me di van demên dawîn de gelek bûyerên terorê yên ku dilê me êşandin, em xemgîn kirin ser hev dît. Ez êrîşa îro ya ku li Bûrsayê qewimî şermezar dikim."
Muezzînoglu got ku "Terorîst jinekî dora 25 salî ye û bedena wê parçe bûye. Niha tabiî kî der heqê agahiyên nasnameya wê û rêxistina ku têkiliya wê pê re heye de agahiyên me tune. Wezareta me ya Karên Navxweyî der barê vê yekê de lêkolînan dike.
Wezîr Muezzînoglu der heqê rewşa birîndaran de jî wiha axivî: "Bi ambûlansên me 13 nexweşên me rakirin nexweşxaneyê. Niha di nav 13 nexweşên me de birîndarekî ku em bibêjinê giran e tune. Ez ji bo hemû birîndarên me yên din ji Xwedê şifaya xêrê dixwazim. Hin kes bi aciziya tîrdana guh hatin û bi van bûyeran re heta niha agahiya dawîn 20 kes gihaştine nexweşxaneyê. Niha tu birîndarên giran û xedar tune, şikir ji xwedê re. Înşeallah em car din bi van bûyeran re rû bi rû neminîn."
Rojnamevanek, pirsa "Gelo hûn ê biçin Bûrsayê?" kir û li ser vê Wezîr Muezzînoglu got ku "Em îşev agahiyan bişopînin. Muxtemelen em ê sibê bi Wezîrê me yê Karên Navxweyî re bernameyê binirxînin."