Elif Orhan
21 Tebax 2016•Rojanekirin: 21 Tebax 2016
GAZÎANTEP
Hat ragihandin ku di êrîşa ku li daweta li kolanê ya li Gazîentabê hat kirin de 22 kes mirin, 94 kes jî birîndar bûn.
Walîtiyê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku li Taxa Beybahçeyê ya girêdayî Şahînbeya navçeya navend duh saet 22.50yan de êrîşa bibombe hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama teqînê de 22 kes mirin û 94 kes jî birîndar bûn û hat gotin ku Xwedê rehma xwe li kesên ku di êrîşa terorê ya menfûr de mirin bike û şifaya xêrê bide birîndaran. Di daxuyaniyê de êrîşa terorê ya ku bi xaînane hat kirin û kesên ku ev êrîş kirin hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniya navborî de hat gotin ku "Ji bo ku raya giştî rast bê agahdarkirin em lava dikin ku ji bilî daxuyaniyên ku Walîtiya me dide îtibarê nûçeyên din nekin."