20 Tebax 2016•Rojanekirin: 21 Tebax 2016
VAN
Li Wanê serok û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl êrîşên terorê yên li Elezîz, Wan û Bidlîsê şermezar kirin.
Serok û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl û welatî li Parka Kurtuluşê civiyan û ber bi Kolana Maraşê ve meşiyan. Komê alaya Tirkiyê a bi qasî 150 metro dirêj vekir û heta ber derê Qereqola Îkî Nîsanê ya li Kolana Îskeleyê hat.
Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan, Fermandarê Jendirmeyan a bajêr Albay Yuksel Oguz, Midûrê Ewlehiyê Sûat Ekîcî, Rektorê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Peyamî Battal, Serokbajêrê AK Partiyê Zahîr Soganda, Serokbajêrê Partiya Saadetê Ozay Îlhan, Serokbajêrê CHPyê Mehmet Kurukçu, Miftiyê Bajêr Nîmetullah Arvas û midûrên saziyan beşdarî meşê bûn.
Di meşê de bi kurdî û tirkî sloganên wekî "Bijî aşitî, bijî biratî", "Em kurd in, em tev bira ne", "Ji bo zaliman bijî cehennem", "Bila PKK qehr be, nelet li terorê", "Bila DAEŞ qehr be, nelet li terorê", "Ji xendeqan re, ji derbeyê re na", "Va ye kurd, va ye tirk, va ye umet" hatin berzkirin.
Walî Taşyapan li ber derê Qereqola Polêsan a Îkînîsanê axivî û got ku "Heta ku ev yekîtî, bihevrebûn, biratî, xwedîlêderketina welatê we hebe tu rêxistinên terorê dê tu carî nekare ku yekîtî, bihevrebûna vê gelê xira bike."
Taşyapan diyar kir ku di 15ê tîrmehê de kesên ku bi alayan dijî xaînên ku bi tank û tifingan teşebûsa derbeyê kirin sekinîn û wiha axivî:
"Me di 15ê tîrmehê de teşebûseke derbeyê ya xaîn dît. Ew kesên ku ev derbe plan kiribûn Xwedê û gel hesab nekiribûn. Hesab nekiribûn ku dê ev gel xwe li ber tankan dirêj bike. Nehatibû hişê wan ku dê çek û balafirên ku bi pereyê gel hatine sitandin dê dijî wan bê bikaranîn. Gel wekî polayê dijî wan sekinû û ew şandin cihê ku dê bişînin. We 27 rojan li Wanê li Qada Beşyolê nobed girt. Tabî kî ev yek xweşê hin kesan neçû. Pişt re PKKya rêxistina terorê, PKKya ku nedikariya derkeve hemberî polês û eskerên me bi teqemeniyan derket navendên bajêran. Li kolana kêleka vê kolana ku em lê ne nû teqemenyeke mezin teqîn çêkirin. Ev der hem qereqola me ya polêsan hem jî mala polêsên me ye. Vir polêsên ku hatibûne peywirê û yên ku dê biçûnê cihên peywira xwe hebûn. Lê belê hedefa wan tenê polêsên me yên sivîl nebûn. Digel 20 polêsên me 51 welatiyên me yên sivîl jî birîndar bûn. 2 welatiyên me yên sivîl û 2 polêsên me şehîd ketin. Gelek kargehan xisar dîtin. Kargehê ku gelekî dûrî teqînê bûn jî xisar dîtin."