Türkan Tosun
13 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2019
VAN
Li Edremîta navçeya Wanê welatî guh nadin xetere û talûkeyan li ser Gola Wanê ya ku 10 santîmêtro qeşa girtiye masiyan digrin.
Li bajêr ji ber serma û seqemê hin cihên Gola Wanê ya ku ava wê şêrîn e qeşa girt.
Li taxa Koşkê masîgir bi biviran qeşayê dişkînin û masiyan digrin.
Hin masîgir bi torê û hinek jî bi nîkan va masiyan digrin.
-"Dema em dibînin masî ketine tora me em kêfxweş dibin"
Menaf Guleşê masiyan digre ji nûçegihanê AAyê ra got li ser gola qeşagirtî girtina masiyan pir xweş e û wiha axivî: "Ji bo ku em zivistana xwe baş derbas bikin em tên masiyan digrin. Bi vî hawî dema me xweş derbas dibe û em aboriya xwe jî pê dikin. Ji derva gelek kes tên li vir ku masiyan bigrin. Em sibê tên qeşayê dişkînin û torên xwe davêjin avê. Ji bo ku tor baş bikevin binê qeşayê em bi boruyên ceyranê va toran def didin. Dema em dibînin masî ketine tora me em kêfxweş dibin."
- "Hinekî bitalûke ye, lê ji bo me kêfeke mezin e"
Sinan Şalvan jî got di dawiya hefteyê da gelek kes tên masiyan digrin û wiha axivî: "Gelempêrî em masîpankan digrin. Havînê jî zêdetir încî kefalî hene. Ava Gola Wanê ji ber ku bisoda ye dereng qeşa digre. Lê vê derê ava şêrîn heye ji ber wê zû diqerise. Ez êvarê tora xwe davêjim û serê sibê dikşînim. Carna bi kîloyan, carînan jî çend heb masiyan digrim. Roj jî heye em qet masiyan nagrin."
Şalvan got ew kîloya masiyan 5 lireyan difroşin û wiha dewam kir: "Li vir 4-5 kesên ku her tim masiyan digrin hene. Hin kes heta 400 kîloyî masiyan digrin. Hinekî bitalûke ye, lê ji bo me kêfeke mezin e."