Nihat Kavşut
28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
ANKARA
Lîonel Messiyê fitbolîstê Barcelonaya tîma Lîga 1emîn a Fitbolê ya Îspanyayê (La Liga) destnîşan kir piştî ku Neymarê fitbolîstê ji Brezilyayê di destpêka heyamê da ji tîmê çû di parastinê da bihêztir bûne.
Messiyê hefteya borî peymana xwe ya bi Barcelonayê ra nû kir daxuyanî da kovara Kickerê ya Almanyayê û der barê performansa tîmê da axivî.
Messî diyar kir piştî ku Ernesto Valverde bû teknîk dîrektor û Neymar çû tîma Paris Saint-Germainê (PSG) di sîstema wan da guherîn çêbûye û wiha got: "Piştî ku Neymar çû divê pergala me bihata guherandin. Hêza me ya hicûmê kêm bû, lê em di parastinê da zêdetir organîze dibin."
Messî di heyama dawîn da bi formeya Barcelonayê di 20 pêşbirkan da lîst. Messî di heyama dawîn da 16 gol avêtin û 6 asîstên wî hene.