Abdullah Tel
27 Mijdar 2017•Rojanekirin: 28 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Di 5 lîgên fitbolê yên Ewropayê da Îngiltere (Lîga Premierê), Spanya (La Lîga), Almanya (Bundesliga), Îtalya (Serie A) û Fransayê jî (Ligue 1) ku lîgên herî mezin ên Ewropayê tên hesibandin da pêşbirkên hefteya borî jî temam bûn.
Li Îngiltereyê Manchester City, li Spanyayê Barcelona, li Almanyayê Bayern Munîh, li Îtalyayê Napolî û li Fransayê jî Paris Saint-Germain (PSG) di tabloya pûanê da lîder in.
- Lîga Premierê
Di hefteya 13mîn a lîgê da Manchester Citya ku bû mêvanê tîma Huddersfield Townê reqîbê xwe 2-1 têk bir û pûanê xwe derxist 37an û ji sala 1992an ir va cara ewile ku tîmek di nav 13 hefteyan da 37 pûan berhev dike.
Di pêşbirka girîng a din a hefteyê da Liverpoola li mala xwe Chelseayê ezimand jî 1-1 beramber man. Manchester United a di rêza duyemîn da cih digire jî Brightonê ezimand û reqîbê xwe 1-0 têk bir.
Di Lîga Premîerê da piştî 13 hefteyan Manchester City bi 37 pûanî di rêza ewil da û Manchester United jî bi 29 pûanî di rêza duyemîn da cih digirin.
- La Liga
Lîder Barcelona, di hefteya 13mîn a La Ligayê da bû mêvanê Valenciaya ku di rêza duyemîn da cih digire û ew jî 1-1 beramber man û bi pûanekî razî bûn.
Di La Ligayê da Real Madrîdê li mala xwe Malaga ezimand û 3 û 2 reqîbê xwe têk bir. Rnaldoyê ku ji serê lîgê vir va bi tenê golek avêtiye di vê pêşbirkê da jî gola tîma xwe ya dawîn û ya xwe ya duyemîn avêt.
Barcelona bi 35 pûanan va lîderê La Lîgayê ye û Valencia bi 31 pûanî di rêza duyemîn da ye.
- Bundesliga
Li Almanyayê jî pêşengê Bundesligayê Bayern Munîha ku bû mêvanê Borussia Monchengladbachê li hemberî reqîbê xwe 2-1 bi ser ket û pûanê xwe derxist 29an.
Di Bundesligayê da Bayern Munîh bi 29 pûanî di rêza ewil û Leipzig jî bi 26 pûanî rêza duyemîn da cih digire.
- Serie A
Di Serie Ayê da Napolî û Înter a ku heta niha têk neçûne vê hefteyê jî rewşa xwe parastin û her yekî ji wan dîsa sê pûanên xwe qezenc kirin.
Di encama pêşbirkên hefteya 14mîn a Serie Ayê da Napolî bi 38 puanan di rêza ewil da, Înter bi 36 puanî di rêza duyemîn da Înter bi 34 pûanan di rêza sêyemîn û Juventus jî bi 31 pûanî va di rêza çaremîn da cih digire.
- Ligue 1
Li Fransayê jî pêşengê lîgê PSGya ku vê heyamê qet têk neçû Manacoyê 2 û 1 têk bir û di lîgê da cara 12mîn bi ser ket.
Di Ligueyê da PSG bi 38 puanî va di rêza ewil da ye û paşê jî Monaco û Olympique Lyon li pey cih digirin.