10 Îlon 2019•Rojanekirin: 10 Îlon 2019
Navend Konya li 28 bajaran der barê 53 gumanbarên tê îdiakirin ji bo endamên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) yên di nav Artêşa Tirkiyeyê (TSK) da "îmamtiya mehrem" kirine biryara binçavkirinê hat dayîn.
Lêpirsînên Serdozgeriya Komarê ya Konyayê ya li hemberî FETOyê dewam dike.
Di vê çarçoveyê da li ser îfadeya endamên rêxistinê yên hatine binçavkirin der barê 53 kesên tê îdiakirindi nav Artêşa Tirkiyeyê "îmamtiya mehrem" kirine biryara binçavkirinê hat derxistin.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriya Ewlehiyê navend Konya li 28 bajaran operasyoneke hevdem kirin.
Ji bo şikbar bên girtin operasyon dewam dike.