10 Îlon 2019•Rojanekirin: 11 Îlon 2019
Wezareta Karên Navxweyî ragihand terorîstê bi nasnavê "Azad" yê qaşo berpirsiyarê Savura Mêrdînê hat berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat diyarkirin li Goreseya herêma Diyarbekirê Fermandariya Cendirmeyan ya Elezîzê û Fermandariya Cendirmeyan ya Diyarbekirê derketin operasyonê û 2 terorîst tevî çekên xwe hatin berterefkirin.
Li gor agahiyan Fermandariya Cendirmeyan ya Mêrdînê û Midûriyeta Giştî ya Mêrdînê li Artukluya navçeya Mêrdînê operasyona hevbeş kirin û di operasyonê da terorîstek hat berterfkirin.
Li gor agahiyan terorîstê hat berterefkirin qaşo berpirsiyarê Savurê yê nasnavê "Azad" e ku qaşo di nav "Eyaleta Mêrdînê" da berpirsiyar bû.
Li herêmê operasyon dewam dikin.