21 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2020
Li Wanê H.E.yê endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya HDPyê yê berê bi hinceta ji PKK/KCKya rêxistina terorê ra endam temîn kirine hatibû binçavkirin, H.E. hat girtin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariyê da hat diyarkirin ku xebatên ji bo pêşîlêbirîn û deşîfrekirina çalakiyên PKK/KCKya rêxistina terorê dewam dikin.
Di vê çarçoveyê da li gor îfade û teşxîsên terorîstê poşman bû li Iraqê teslîmî hêzên ewlekariyê bû ji bo derdestkirina H.E.yê endamê LRNya HDPyê yê berê operasyon hat kirin. Li gor îfadeya terorîstê teslîm bibû H.E. jî bi wî ra endam şandibûn çiyê.
Di operasyona ekîbên şaxa Têkoşîna Dijî Terorê û Îstixbaratê da H.E. hat binçavkirin, piştî karûbarên îfadeyê bi biryara hakimtiyê hat girtin.