Haydar Şahin
21 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2020
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hinceta bikaranîna ByLocka bernameya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ji bo 31 şikbarî biryara binçavkirinê da.
Di daxuyaniya Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da hat diyarkirin ku encama analîzên HTSyê û nivîsan da der barê 31 şikbarî da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê li gor biryarê li 10 bajarî operasyon kirin. Di operasyonan da 12 şikbar hatin binçavkirin, ji bo derdestkirina şikbarên din xebat dewam dikin.
Hat gotin ku 4 şikbar ji wezifeyê hatine îxrackirin, 8 şikbar jî li ser wezifeyê ne.