05 Mijdar 2016•Rojanekirin: 22 Sibat 2023
ANKARA
Bi kuştina Îsa Teresê bi nasnavê Îsa Ferhadê qaşo berpirsiyarê eyaleta Erzirom, Mûş û Bîngolê ya PKKya rêxistina terorê ya cihêxwaz, rêxistinê derbeyeke mezin xwar û endamên li herêmê li ber belavbûnê ne.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê li ser îxbara welatiyan bi saya wesaîta esmanî ya bêmiroc ciyê Teres hat tesbitkirin û di 3yê Mijdarê da bi operasyonê Teres û endamên li cem wî hatin berterefkirin.
Derket meydanê ku Teres di lîsteya şîn a fîrarên rêxistinê da ye û milyonek û 500 hezar lire ji bo wî danîne. Teres di 1993yan da tevlî rêxistinê dibe û li Îdir, Agirî, Qersê û peyra jî li Avaşîn-Basyana li bakurê Iraqê dibe berpirsiyar.
Îsa Teres di 5ê nîsana 2008an da li Bazîda navçeya Agiriyê bi rokêtê êrîşî qereqola hidûd kir, 8ê nîsana 2008an da jî mayîna li ser rêya wesayîta leşkerî teqand.
Dihat zanîn ku Teres fermana çalakiya ku di 23-24ê tebaxê da li darista Qerecehenem a li Bîngolê hatibû kirin û ku tê da 2 gundparêz û leşkerek şehît ketibûn daye.
Di sibata 2012an da Haşîm Kayayê ku bi navê Mahîr Başkale tê zanîn ê berprisiyarê Erziromê hat kuştin rêxistina terorê ya cihêkar di dewsa wî da ji Diyarbekirê Nevzat Gunduzê ku bi navê Azat tê zanîn wezîfedar kir. Ji ber ku Gunduz têra wê herêmê nekir û di nav terorîstan da niqaş derketin di dewsa wî da jî Teres hat wezîfedarkirin.
- Terorîst hatin asta belavbûnê
Ligel hemû hewl û xebatên Teres armancên rêxistinê nehatin bi cî û piştî kuştina wî terorîst hatin asta belavbûnê.
Alîkarê Îsa Teres, Mehmet Haymeyê bi navê Sînan Devrîm tê naskirin û di lîsteya kesk a terorîstên divê bên qefaltin da cih digirt li Mûşê dema sê terorîst hişt û reviya hat qefaltin û heman rojê berpisyarê Karliovayê Yunus Emre Arasliyê bi navê Bedran tê naskirin û di lîsteya grî da cih digirt jî di operasyonê da hat kuştin.
Ji kesên di lîsteya grî ya terorê da ne û berpisrsê "Hêza Bîngolê" Abîdîn Bayramê bi navê Radî Piling di 21ê gulanê da û berpirsê Kîgiyê Engîn Ozunê bi navê Ozgur tê naskirin jî di 13 hezîranê da hatibûn kuştin û terorîstan ji ber wan bûyeran Teres rexne kiribûn.
Di operasyona ku Teres hat kuştin da çek, cebilxane û gelek amûrên rêxistina terorê hatin qefaltin.