Türkan Tosun
30 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2019
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Teror û Îstixbaratê ya Midûriya Ewlehiya Enqereyê û Serokatiya Herêmê ya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî beriya serê salê xebatên îstixbaratê zêde kirin.
Di vê çarçoveyê da ji bo 50 biyaniyên eleqeya wan bi herêmên pevçûn lê heye û DEAŞa rêxistina terorê ra hene bên girtin xebat hat destpêkirin.
Serê sibê operasyonên hevdem hatin kirin, jê 30 ji Iraqê, jê 2 ji Sûriyey, yek ji Fasê 33 şikbar hatin girtin.
Piştî kontrola tenduristiyê tîman ew birin Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê.
Ji bo şikbarên din jî bên girtin xebat dewam dikin.
- Li Batmanê 22 şikbar hatin girtin
Li Batmanê di operasyona şeveqê ya dijî DEAŞa rêxistina terorê da 22 şikbar hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Batmanê ya li hemberî DEAŞa rêxistina terorê dimeşîne da ji bo 22 şikbaran biryara girtinê hat dayîn.
Ekîbên Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyeta Bajêr û şaxên Herekata Taybet û Fermandariya Cendirmeya Bajêr di saet 05.00î da operasyon dan destpêkirin.
Ekîba ji 400 kesî pêk tê di 22 navnîşanan da operasyoneke hevdem kir û M.Dyê berpirsyarê bajêr ê DEAŞa rêxistina terorê jî di nav da 22 şikbar hatin girtin.
Ekîban deriyê ku venebûn, şikênantin û ketin hundir.
Di lêgerîna navnîşanên navborî da çek, muhîmat û dokumanên rêxistinî hatin bidestxistin.
Şikbar li emniyetê îfadeyê didin.
- Li Qeyseriyê 9 şikbarên biyanî hatin girtin
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Qeyseriyê ji bo xebatên DEAŞê tespît bikin li navenda bajêr operasyoneke hevdem kirin.
Di operasyonê da 9 şikbarên ji Iraqê yên li Sûriye û Iraqê di nav rêxistinê da xebatan dikin hatin binçavkirin.
Di operasyonê da li malên şikbaran materyalên dijîtal hatin bidestxistin.
Karê şikbaran li ewlekariyê dewam dike.
- Li Edeneyê 6 kes hatin binçavkirin
Li Edeneyê li ser telîmata Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiyê dijî DEAŞa rêxistina terorê operasyon dan destpêkirin.
Di operasyona şeveqê da deriyê mala şikbaran hatin şikênandin, 6 şikbar hatin binçavkirin, materyalên dijîtal hatin bidestxistin.
Piştî kontrola tenduristiyê şikbar birin ewlekariyê.