İbrahim Yaldız,Sabri Yıldırım
12 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2024
Li Deşta Mûşê dirûna ceh û genimê ku li ser 2 milyon û 95 hezar dekar erd hatine çandin, dest pê kir.
Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr li Kargeha Çandiniyê ya Yildiz Alparslanê bi duruşmeya "Dema Bereketa Dirûnê û Cotkar Bikene Welêt dê Bikene" merasim hat lidarxistin.
Waliyê Mûşê Avnî Çakir di merasimê da axivî û diyar kir ku dirûna dexl û dehn cejna cotkaran e.
Çakir diyar kir ku li Tirkiyeyê deşta herî bi xêr û bereket a sêyemîn li Mûşê ye û wiha dewam kir: "Welatiyên me yên ku ked dane zeviyên xwe, ceh û genimê wan bejnekî rabûne. Îsal qada çandiniyê ji sedî 10 zêde bû. Li ser nêzî 2 milyon û 95 hezar donimî dexl û den hat çandin. Em îsal li bendê ne ku dora 670 hezar tonî dexl dehn were. Baran baş barî. Xêr û bereketa îsal zêde ye."