Haydar Şahin
12 Gulan 2020•Rojanekirin: 14 Gulan 2020
Li Erdexanê ebabîla danîbû balqona malekê piştî xwedîkirinê hat berdan.
Dr. Îshak Askerogluyê Alîkarê Serokê Xizmetên Tenduristiyê ya Midûriyeta Tenduristiya Bajêr li balqona malê çûçikeke ku nikaribû bifiriya dît.
Askeroglu çûçik hilda malê û paşê hîn bû ku ev cûcika ebabîl e. Askeroglu çûçik xwedî kir û pişt ra haya ekîbên Midûriyeta Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê pê xist.
Ekîban ebabîl teslîm hildan û ji ber ku rewşa wê baş bû li tanga Çemê Kurayê berî çolê dan.
Askeroglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Erdexanê berê qet ebabîl nedîtibû.
Askergolu got ji ber ku ebabîlê di meha remezanê da ew ziyaret kirin gelekî kêfweş bûn û wiha pê da çû: "Çûçikêke pîroz e. Me jî xwedî kir û paşê teslîmî rayedaran kir."