Lale Köklü Karagöz
05 Adar 2024•Rojanekirin: 06 Adar 2024
HATAY (AA) - Li Samandaga navçeya Hatayê bi mezinahiya 4ê erdhejek çêbû.
Li gorî agahiya li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil Afatê (AFAD) hejîna ku navenda wê navçeya Samandagê bû mezinahiya wê 4 bû û bi qasî 6 kîlometroyan di binê erdê da çêbû.
Di daxuyaniya Walîtiya Hatayê da ji hemî welatiyên ku erdhejê bandor li wan kir hêviya silametiyê hat xwestin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li navçeya Defneyê ji avahiyeke ku xisareka giran tê da hebû, ji ber hejînê parçeyên betonê jê ketine.
Di daxuyaniyê da her wiha hat gotin,"Koma xebatê ya enqazan hat agahdarkirin. Tu rewşeke neyînî tuneye. Geşedan tên şopandin."