Huzeyfe Tarık Yaman
16 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2025
Selayên ku di teşebisa derbeya xayîn a 15ê Tîrmeha 2016an a Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da bû sembola yekîtî û bihevrabûnê, bişev li tevahiya mizgeftên welêt cardin hat xwendin.
Di çarçoveya bernameyên ku Serokatiya Kar û Barên Diyanetê li dar xistin da dengê selayê ku di kêliya teşebisa derbeyê da ruhê yekîtiyê û hêza menewî da milet, di saet 00.13an pê va li nêzî 90 hezar mizgeftên hemû wilayet û navçeyan di heman demê da cardin hat xwendin.
Serokê Kar û Barên Diyanetê Alî Erbaş jî li Mizgefta Kocatepeyê sela da.