Hüseyin Demirci
04 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2021
Li Sariqamûşa navçeya Qersê mirovê di bin dara ku jê kir da ma mir.
Li daristana darçamên zer a nêzîkî gundê Şehîd Emîn ê navçeyê, Îsmet Kiliçê 74 salî dara ku jê kir di ser da welgeriya.
Li ser îxbara hevalên wî yên ku qeza dîtin, ekîbên Servîsa Bilez a 112ê , cendirme û AFADê şandin ciyê bûyerê.
Kiliçê ji ciyê asê mabû hat derxistin û her wiha hat tesbîtkirin ku jiyana xwe ji dest daye.
Ji bo otopsiyê cinazeyê Kiliç rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê.