25 Nîsan 2017•Rojanekirin: 26 Nîsan 2017
ŞIRNAK
Li Çiyayê Qatoyê û Încebela ku bilindiya wî 2 hezar û 900 raqim e yê li Beytuşşebapa navçeya Şirnexê dijî PKKya rêxistina terorî operasyona "Serdarê Şehîd Ahmet Karaman" hat destpêkirin.

Li herêma çiyayê Qato-Încebelê bo berterefkirina terorîstan, îmhekirina şikeft û sitargehên terorîstan operasyon hat destpêkirin.
Li herêma ku bi şev germahiya hewayê di bin sifiridê 10 pile ye û şert û mercên erezî zehf dijwar in operasyon bê navber dewam dike, Hat ragihandin ku di berdewamiya operasyonê de ciyê 4 şikeftên rêxistina terorê hatin tespîtkirin.

Di şikeftan de 6 roketavêj, bîksî, M16, 3 Dragunov Kanas, 22 kalaşnîkof, hawan, 9 mayin, 85 bombeyên destî, 10 bombeyên mijê, 3 hezar muhîmatên doçkayê, 3 ton amonyûm nîtrat, 7 hezar û 500 guleyên çekên cûr bi cûr, hezar guleyên M-16, 135 guleyên roketavêjê, 6 hezar û 516 guleyên bîksiyê, 10 hezar guleyên tifingên seydê, 28 funye, 23 şarjor û gelek malzemeyên tibî û jiyana rojane hatin desteserkirin.
Li herêmê operasyon dewam dike.