Mehmet Niyazi Deniz ,Naci Adıgeçen
13 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2023
Li Şîrvana navçeya Sêrtê kamyona hafriyatê wergeriya şerampolê, ajokarê kamyonê mir.
Kamyona bi plakaya 66 LY 171 a ku Halîl Oktay (55) diajot li tanga Koz Tepeyê ya mezraya Îkîzlerê dema ku hafriyat dirêjand wergeriya şerampolê.
Ajokarên ji rê ra derbas dibûn xeber dan û li ser vê ekîbên Tenduristiyê yên Acîl ên 112an, îtfaiye, AFAD, UMKE û cendirmeyan sewqî herêmê kirin.
Ekîban tesbît kir ku Oktay miriye.