Salih Şeref
13 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2023
Hunermend Burhan Çaçan ê duh li mala xwe ya li Bakirkoya Stenbolê mir, hat definkirin.
Piştî nimêja nîvro ya li Mizgefta Fatihê nimêja cinazeyê hunermend hat kirin û her wiha dû ra cinaze li Goristana Edirnekapiyê hat definkirin.
Di merasimê da ji bo serxweşiyê, jina wî Yasemin Çaçan û kurên wî Furkan û Kutsal Çaçan amade bûn û her wisa Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Ahmet Misbah Demircan, Wekîlê Serokê Meclisê Celal Adan, Şaredarê Agiriyê Savci Sayan, hunermend Selami Şahin, Nuri Alço, Aydin Aydin, Ferman Toprak û Ahmet Selçuk Îlkan beşdarî merasimê bûn.
Hunermend Burhan Çaçan di 1960î da li Elaşgira Agiriyê hat dinyayê û di pêşbaziya stranbêjên amator a Radyoya TRTyê ya Erziromê da bi ser ket û gava ewil avêt cihana muzîkê.