Mehmet Tosun
02 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2023
Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) Muzdelîf Taşkinê qaşo berpirsê asayîşa giştî ya Sûriyeyê yê PKKya rêxistina terorê û plankarê êrîşa Daglicayê ya 2007an, li Qamişloya Sûriyeyê berteref kir.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, MÎTê tesbît kir ku Muzdelîf Taşkinê bi kodnavê "Aslan Çelê/Aslan Samura" ji Iraqê derbasî Sûriyeyê bû. Li gor tesbîtê Taşkin di 1988an da tevî kadroyên çiyê yên PKKya rêxistina terorê bûye.
MÎTê li ser rêya Qamişlo û Amûdeyê operasyon kir û Taşkin berteref kir.
Terorîst Muzdelîf Taşkin plankarê êrîşa Daglicayê bû. Terorîstan di 2007an da li Daglicayê bi çekên giran êrîşî Tabûra Komandoyê ya Artêşa Tirkiyeyê kiribû û 12 esker şehîd bûbûn, 16 esker jî birîndar bûbûn. Taşkin li ser navê PKKyê li gelek qadên Iraq û Tirkiyeyê fealiyet kirin.
Di 2010an da bi wezîfederkirina rêxistinê va Taşkin di nava qaşo berpirsên eyaleta Zapê da cih girt. Li gor tesbîtê kadroyên ku nû tevî PKKyê dibûn, Taşkin perwerdeya eskerî û îdeolojîk dida wan. Taşkin beriya Operasyona Kaniya Aştiyê derbasî qada Sûriyeyê bû û di nava PKK/YPGyê da fealiyetên krîtîk pêk anîn.
Li gor tesbîtê terorîst Taşkin herî dawî di nava rêxistina terorê da qaşo berpirsê giştî yê asayîşê yê Sûriyeyê bû û nêzî 35 salan e gelek çalakî organîze kirine û bixwe tevî van çalakiyan bûye.