Nevzat Umut Uzel
02 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2023
Li Wanê piştî barana gur li ser kolanan av golî bû û avê da binê hin mal û kargehan.
Li navenda bajêr baranê bişev dest pê kir û bi navber barî.
Li ser kuçe û kolanan av golî bû û avê da binê hin mal û kargehan.
Li ser Kolana Îpekyoluyê wesayît bi zor û zehmet çûn û hatin, ekîbên Rêbej ê Daîreya Îtfaiyeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin ji bo texliyekirina avê xebat dan destpêkirin.