Leyla Kaymaz
20 Hezîran 2023•Rojanekirin: 22 Hezîran 2023
Seferên Trêna Herêmî ya ku Meletiyê bi seferên trêna bilez va ber bi Enqere û Stenbolê girê dide, dest pê kir.
Ji 4ê Îlonê pê va rêwîtiya di navbera Enqere û Meletiyê da bi Ekspresa Şîn a qasî 16 saetan dewam dike wê bi saya girêdana bi trêna bilez heta 6 saet û nîvan dakeve.
Alîkarê Midûrê Giştî yê Barkêşiya TCDDyê Şînasî Kazancioglu di merasima li Gara Meletiyê hat kirin da axivî û got ku ji ber erdhejê Meletiyê zirar dît û di dema herî kurt da dewletê pêwîstiyên acîl hel kirin û niha jî ji bo pêwîstiyên mayînde hewl dide û wiha domand: "Dema me Enqere bi Sêwasê va girê da xwest ku bila Meletî jî zû bigihêje Enqereyê. Heta ku trêna bilez bê Meletiyê ev çareseriyeke berwext."
Waliyê Meletiyê Hulisî Şahîn jî diyar kir ku kesek dema trênê bi kar bîne niha bi 280 lireyî dikare ji Meletiyê bê Enqereyê.
Şaredarê Meletiyê Selahattîn Gurkan jî got ku hêviya wan ew e xeta trêna bilez a tê Sêwasê heta Meletiyê bê dirêjkirin.
Piştî axaftina endamên protokolê trêna herêmî ya ku sefera xwe ya ewil dikir, hat rêkirin. Ji bo kesên trêna bilez û ya herêmî bi hev ra bikar bînin wê ji sedî 50 erzanî bê kirin.