Necat Hazar
19 Îlon 2021•Rojanekirin: 21 Îlon 2021
VAN (AA) - Li Edremîta navçeya Wanê di kamyonetekê da 217 kîlo û 500 gram eroîn hat qefaltin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, xebatên dijî kesên ku bazirganî, depokirin û veguhestina hişbirê dikin didomin.
Di vê çarçoveyê da ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Narkotîkê li biniya navçeya Edremîtê ji ber gumanê kamyonetek rawestand.
Di lêgerîna ku kûçikê narkotîk "Irmak" jî hat emilandin da di bagaja kamyonetê da 217 kîlo û 500 gram eroîna di 417 pakêtan da hat dîtin.
Ajokar hat binçavkirin.