Hat ragihandin li Îsraîlê komeke cihûyan ket Mescida Eqsayê.
Midûrê Mescida Eqsayê Omer Kîsawanî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got danê sibê digel polêsên Îsraîlê 20 cihû, ji hewşa Eqsayê re ketin hundir.
Kîswanî got polêsên Îsraîlê 2 wezîfedarên ku bertek nîşanî wan dane, derp kirin û rewşa 2 wezîfedaran ne baş e û rakirine nexweşxanê.
Ji bo tetîla "Roş Aşana"ya ku cihû wek destpêka salê qebûl dikin 50 cihû bi Wezîrê Çandiniyê Urî Arîel re roja yekşemê ketibûn mescida Eqsayê. Filistîniyan bertek nîşanî vê bûyerê dabû û xwestibûn ku têkevin hundirê Mescida Eqsayê. Li ser vê leşkerên îsraîlî bi bombeya deng, gaza rondikrêj û fîşengên pilastîk ve midaxeleyî çalakvanan kiribûn. Di dema midaxeleyê de gelek kesên ku di nav wan de jin û zarok jî hene birîndar ketibûn.
Ragêşî ji roja yekşemê vir de dewam dike, duh jî leşkerên Îsraîlê bi postalên xwe ve ketibûn Mescida Eqsayê û hetanî ber mînbera ku dora wê camkirî ye hatibûn û derketibûn ser mescidê.