30 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê li Nyalayê dest bi avakirina Dibistana Bilind ya Xizmetên Tenduristiyê û Enstîtuya Zanistên Tenduristiyê kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di xeberdana xwe ya li Zanîngeha Xartûmê ya Sûdanê da mizgîniya wê dabû.
Prof. Dr. Azharî Omer Abdelbagiyê Wekîlê Wezîrê Perwerdeya Bilind ya Sûdanê seba li ser daxuyaniyên Serokomar Erdogan yên li Sûdanê biaxivin hat Tirkiyeyê û tevî lijneya pê ra Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê ziyaret kir.
Prof. Dr. Cevdet Erdolê Rektorê Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê destnîşan kir ku Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê berdewama Mektebî Tibbiyeyî Şahaneyê ye ku di sala 1903yan da Ebdulhemîd Xanê 2yemîn ji bona personelên tenduristiyê yên erdnîgariya Îslamê perwerde bibin hatiye avakirin û got ku Sûdan di mijara têkiliyên Tirkiyeyê û Afrîkayê da li dereke girîng e.
Erdol diyar kir digel polîtîkayên Rojavayê Tirkiye bêyî berjewendî her dem li cem Sûdanê cî girtiye.
Prof. Dr. Azharî Omer Abdelbagiyê Wekîlê Wezîrê Perwerdeya Bilind ya Sûdanê diyar kir Sûdan û Tirkiye xwediyê çandeke hevpar in û got bi saya dibistana bilind û enstîtuya ku wê Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê li Sûdanê ava bike têkilî wê xurttir bibin.