Önder Beyter
30 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2018
MOSKOVA/WASHINGTON
Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ku jeta Ûris li ser Behra Reş pêşî li balafira kewşê EP-3E Aries II ya Amerîkayê birî.
Di daxuyaniya wezaretê da hat destnîşankirin, piştî ku hat tesbîtkirin balafirek ji ser Behra Reş bi lez nêzîkî sînorê Rûsyayê dibe, ji baregeha herî nêzîk Su-27 jeteke Ûris rabû.
Hat diyarkirin, piştî ku jeta Ûris bi firê ket, balafira kewşê EP-3E Aries II ya Amerîkayê rotaya xwe guherand û ji sînorê Rûsyayê dûr ket.
Ji Amerîkayê daxuyanî
Di daxuyaniya Fermandariya Hêzên Ewropayê ya Amerîkayê da jî hat gotin ku dema ku balafira kewşê EP-3 Aries li Behra Reş li sînorê asîmanî yê navneteweyî difiriya, balafireke Ûris Su-27 pêşî lê birî.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Su-27 qedera 5 fît mesafe nêzîkî balafira EP-3 bû û ket guzergeha EP-3yê ku vê yekê jî kir, EP-3 bikeve turbulansa poçika Su-27ê. Li gorî nirxandina me jî ev temas xeternak bû."
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku ew wê mafê Rûsyayê nas dikin ku di sînorê asîmanî yê navneteweyî da bifire, balafira Amerîkayê li gorî hiqûqa navneteweyî fealiyet dimeşand û Rûsya jî di vê pêşîbirînê da provokatîf tevnegeriya.
Di daxuyaniyê da hewiha hat destnîşankirin ku pêşîbirînê 2 saet û 40 deqîqeyî dewam kir.